• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Parlemena Elmanya kir

Gulan Media August 26, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Parlemena Elmanya kir
Duh dûşem 25.08.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Parlemena Elmanya ya bi Serokayetiya Volker Kauder Serokê Grûpa Parlemenê ya Partiyên Yekîtiya Demokrata Mesîhî û Yekîtiya Sosyala Mesîhî li Parlemena Elmanya Federal kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serokê şanda Parlemena Elmanya spasiyên xwe û silavên Şêwirmenda Elmanya bi Serok Barzanî ragihand û bi sedema wan hewlên ji bo parastina Êzîdî û Mesîhî û pêkhatên dinê Kurdistan û Iraqê de dane spasî gel û Hikûmeta Elmanya jî bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gihand û got: "Elmanya spasiya we dike û li cem gelê Elmanî wêneyekî gelek erênî ya Kurdistanê dirust bûye. Em amadene li dabînkirina kelupelên serbazî ya ji bo hêzên Pêşmerge û hevkariya mirovî ji bo koçber û penaberan hevkarê we bîn û yarmetiya we bidîn". Serokê şanda Parlemena Elmanya di derbarê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir axivî û balkişand li ser wê yekê ku bi wê yarmetî û pêşwaziya pêşkeşî koçberan kiriye Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêgeh û nav û dengeke bilind li cîhanê da peyda kiriye.

Li beranber da Serok Barzanî gelek bi germî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasiya hevsozî û bi deng ve hatina Şêwirmend û gelê Elmanya û wan hemû welatên dost kir ku palpiştê Herêma Kurdistanê ne û ragihand ku ew palpiştî dilgermî û hêzekî zêdetir dide gelê Kurdistanê û got: "Em naxwazin gedeyên we bên û li vir şerê terorîstan bikin. Baweriya me bi Pêşmerge û gelê Kurdistanê heye ku dikarîn terorîstan têkbişkînin bo ku şerê terorê bikîn tenê pêwîstiya me bi çekên nû heye". Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser wê abluqeya li ser hêzên Pêşmerge ya li 10 salên derbasbûyî de ji aliyê Hikûmeta Iraqî da hebûye wê yekê xisterû ku Pêşmerge bi îmkaniyata mutewaz'î ya xwe ve karî bi wêrane rê li pêşveçûna terorîst bigre û paşvekişana wan bike û zebirên kujinde li wan bide.

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser dirindeyî û metirsiya terorîstan ku dijî hemû ol û bîr û bawerî û bihayekî mirovayetîne û ew cihên ku ew lê bin jiyan tu wateyeke xwe namîne. Serok Barzanî nîgeraniya xwe jî bi wê yekê nîşan da ku hejmarek ji xelkê navçeyên sunnenişînan hevkarî terorîstan bûne û destê wan li talankirin û jenosayda Êzîdî û Mesîhiyan da hebûye û eve jî behs kir ku gelê Kurdistanê pabendî bihayên kultûrî û neteweyiyên xwe bûye û li gel enfal û kîmyabaranan lê belê amade nebû rêya tolhildanê li ber bigre belku lêborînî û pêkvejiyana li gel pêkhatan hilbijard û şanazî jî bi wê yekê dikin ku demargîriya olî û neteweyî li welatê me da tûne.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku em amadene yarmetiya proseya siyasî bidîn ku mercek guhertin li awayê hukimranî û cûreya bîrkirinê li Hikûmeta nû da rû bide û şaşiyên berê dûbare nebin. Serok Barzanî eve jî bi pêwîst zanî ku Hikûmeta Iraqê divê hest bi berpirsiyariyê bike û qerebûya ziyanên wê xelkê bike ku bi sedema tehdîda terorîstan mal û halê xwe bi cîh hiştiye.

Top