Beyannameyek ji civîna serkirdayetiya Kurdistanî
Şanda Kurdistanî tekez li ser pabendbûna wan bingehan kir ku li raspardeyên serkirdayetî û paketa amadekiriya danustandinê da hatin, her wiha şandê balkişand li ser wê yekê ku peroşî ewe bûn ku gelek bi serkeftî danustandinan li gel hevpeymaniya nîştîmanî û birêz Abadî encam bidin, her wiha peroşî ewe bûn bingeheke erênî li gel nûnerayetîkirina pêkhata Sûnne saz bikin.
Li nav rapora şandê da balkişandine li ser wê yekê ku li guftûgoyan da balkişandine li ser pêkve girêdana daxwazan û kêşeyan û ne mumkîne jî ji hev bêne veqetandin. Îstîhqaqa serekî ku pêwîste tekez li ser bê kirin, zîndîkirina rêrewên destûrî û pabendbûna bi cîhkirina wan û bê beş beş kirina wane, her wiha çalakkirina proseya demokrasiyeta siyasî û çespandina bihayên hemwelatîbûn û hevbeşî û aştîvaniya civakî û nîştîmanî û amadesaziya hêzên mîlliyan ji bo berengarbûna terora Da'îşiyan û têkşikandina wan.
Kombûna serkirdayetiyê li gel şanda danustandinê da, gihîşte wê yekê ku li proseya guhertinê da girîng eweye ew regez û bingehên teng bêne rakirin ku bûne sedema vê rewşa nahemwar û rûxana asayîşê, li gel regeze kelekebuyên darizana proseya siyasî û binpêkirina destûr û hilweşandina proseya siyasî. Ji xwe eger sîmayên bernameya Hikûmetê rûn nebê û her wiha garantiyeke bawerpêkirî ji bo pabendbûna bi peymanê ve nebê, asteng dikevê ber rêkkeftinan û metirsiya şikestanîna hewlên nîştîmaniyan ji bo rizgarkirina welat li ser kar û baran da dikêşê û cara dawî ew hewlên nîştîmaniyan bar dibirin û hikûmeta nû jî dikeve destê wan metirsiyan.
Serkirdayetiya Kurdistanê, li demek da bi rûnî palpiştiya xwe û amadebûna xwe ya beşdarîkirina li serkeftina pêkanîna Hikûmetê li gor peyrewên destûrê radigihîne, her wiha karkirina li gel hevbeşan da li nûnerên pêkhatên nîştîmaniyan bi navê wê yekê qonaxa pêşde bibe sekoyek ji bo rabûna Iraq û rizgarkirina wê ya ji wan tengasî û tehdîdan ku ketine ber. Kombûnê de tekez dike ser wan erkên pêwîstî bi pabendbûna bi bernameyekî Hikûmeta berceste ve heye ku bersîvdana wan îstîhqaqan bê ku aliyên Iraqiyan û pêkhatan û hêzên zîndiyên guzariştê lê dikin û gelek pêwîstin ji bo serkeftina hikûmet û dikarê dawî bi vê rewşa qeyranî bîne ku tehdîda metirsiyên zêdetir li ser heye.
Hindî peywendî bi Herêma Kurdistanê ve heye, serkirdayetiya Kurdistanî li wê baweriyê daye ku bi cîhkirina destûr û rêrewên demokrasiyê, ji her demekê zêdetir ji bo Iraqiyan pêwîsttire, tekez jî dike kar gihîşte abluqeya aborî û birîna mûçeyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û hewldana ji bo lawazkirina şiyanên serbaziyên Pêşmerge û serfnekirina musteheqatan, li nav birina sedema wan qeyranên berdewamin ku ji bo Herêma Kurdistanê têne dirust kirin. Erkên pêşîn û ewlewiyatan ji bo beşdariyekî çalak li proseya siyasî û Hikûmeta pêş da heye.
Serkirdayetiya siyasiya Kurdistanî şanda danustankar raspard, li gor wê paketa hatiye amadekirin danustandinê tevbigerîne ku serkirdayetiya siyasî pesend kiriye. Her wiha tekez kirina li ser bernameya Hikûmetê li çarçêweya demokrasî û destûrê da, bi wê mercê hikûmet li ber Parlemenê da pabendbûna xwe bi daxwaziyên gelê Kurdistanê ve rabigihîne û bixe bernameya karê Hikûmetê ve.
Li gor vê civînê pêwîste:
- Mûçeyên ragirtiyên fermanberên Herêma Kurdistanê û musteheqatên dinê dem û dest bêne serf kirin.
- Serfkirina pareyên pêwîst ji bo dabînkirina pêwîstiyên koçberan û pêdiviyên wan yê miroviyan.
- Palpiştîkirina erkê serbaziyên Pêşmerge li dijî Da'îş û teror û bi hemû cûr û awayan ve.
Civînê silav û spasiyên xwe pêşkêşî wan hemû dewlet û hikûmetan kir ku piştevaniyê li gelê Kurdistanê kirine û dikin.
Hewlêr – Selaheddîn
25/08/2014
