Kerkûkî: Dabeşkirina İraqê bo 3 herêman çareseriyeke mînak e
Kemal Kerkûkî di daxwiyaniyekê de got: ‘’Baştirîn çareserî û nimûneyî bo kêşeyên siyasî dabeşkirina İraqê ye bi ser sê herêmên serbixwe Kurd, Şîe û Suneyan de. Herwiha divê îdareya İraqê sîstema konfederaliyê qebûl bike.’‘
Kerkûkî wiha axifî: ‘’Niha DAİŞ bûye metirsiyeke mezin û gefan li cîhanê dixwe, loma divê welatên cîhanê rasterast alîkariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bikin. Niha Herêma Kurdistanê li ser sê mijaran kar dike, rûbirûbûna DAİŞ, pirçekkirina Hêzên Pêşmerge û alîkarîkirina koçberan.’‘
Basnews
