• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Divê hikûmeta İraqê çekan bide Hêzên Pêşmerge’

Gulan Media August 25, 2014 Nûçe
‘Divê hikûmeta İraqê çekan bide Hêzên Pêşmerge’
Parlamenterê Kurd Şiwan Mihemed Taha tekez kir ku divê hikûmeta dahatû ya İraqê bi serokatiya Heyder Ebadî yan çekan bide Hêzên Pêşmerge yan jî astengiyan dernexe ku Herêma Kurdistanê çekan bikire.

Endamê Parlamentoya İraqê Şiwan Mihemed Taha daxwaz ji hikûmeta İraqê kir ku çekan bide Pêşmergeyên Kurdistanê û got: ‘’Herwiha divê hikûmeta İraqê wek hêzên ewlekariyê yên İraqê danûstandinê ligel Hêzên Pêşmerge bike, ji dewreyên leşkerî bigire heta bi çekan, yan jî astengiyan dernexe ku Herêma Kurdistanê çekan bikire.’‘

Şiwan Mihemed da zanîn ku hêzên siyasî yên Kurdistanê hewl didin Hêzên Pêşmerge bixin nav sîstema berevaniyê ya İraqê û wiha axifî: ‘’Armanc ew e ku di warê çek û perwerdeya leşkerî de pêdiviyên Pêşmergeyan bên dayîn û tu ferq di navbera wan û hêzên ewlekariyê yên İraqê de nebe, ji ber niha take hêz e ku berevaniyê dike û rûbirûyê DAİŞ’ê dibe.’‘

Parlamenterê Kurd bibîr xist ku niha Pêşmergeyên Kurdistanê ji sedî 20’ê sînorên İraqê diparêzin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Lewra me tu daxwazeke nedestûrî nekiriye, ji ber bicîhkirina Hêzên Pêşmerge di nav sîstema bergiriyê ya İraqê de daxwazeke destûrî ye.’‘

Basnews
Top