• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls dest ji kar berda

Gulan Media August 25, 2014 Nûçe
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls dest ji kar berda
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls ji ber nakokiyên ku li ser siyaseta aborî ya hikûmetê derketibû dest ji kar berda.

Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls dest ji kar berda û nameya îstifaya xwe pêşkêşî Serokomar François Hollande kir.

Tê gotin Valls ji ber nakokiyên ku li ser siyaseta aborî ya hikûmetê di navbera wî û endamên kabîneyê de derketibûn, dest ji kar berdaye.

Ofîsa Serokoma Hollande j îragihand, hikûmeta nû dê roja sêşemê (sibê) were ragihandin.

Li gorî AFPê, Hollande ji Serokwezîr Valls xwestiye, hikûmetek nû ava bike.

Rudaw
Top