Caf: Ebadî heta niha karnameya xwe nedaye Kurdan
Şeva borî şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê li Bexdayê, cara dûyem li gel namzetê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan bo pêkanîna hikûmeta nû ya İraqê civiya. Li gor agahiyên ku gehiştine BasNewsê, Ebadî soz daye şanda Kurdî ku pêbendê destûrê be û şaşiyên 8 salên borî dubare neke. Herwiha Ebadî gotiye ku pirsa neşandina meaşê fermanberên Kurdistanê jî di çarçoveya destûrê de tê çareser kirin.
Ji aliyekî din ve endamê şanda danûstandinan a Kurdî Firyad Rewandizî, di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku armanca civînê tenê guhertinan nerînan bû û di vê çarçoveyê de gotûbêj hatine kirin. Rewandizî, diyar kir ku civîna ligel Ebadî pozîtîf bûye lê di heman demê de got ku axaftin li ser hîç bernameyekî nehatiye kirin.
Li gor zanyariyên BasNewsê, heta niha Ebadî tu karnameyek pêşkêşî aliyên İraqî û Kurd nekiriye û tenê daxwaz kiriye ku hemû alî namzetên xwe diyar bikin bo pêkanîna hikûmeta nû. Parlamentera Kurd Eşwaq Caf ji BasNewsê re tekez kir ku heta niha Ebadî bernameyê kabîneya xwe eşkere nekiriye û tenê bi awayekî devkî qala çareserkirina pirsgirêkan dike.
Eşwaq Caf da zanîn ku baweriya wê zêde bi civînên wiha nîne û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Eger mercên pêşwext ên Kurdan nebin û çarçoveyek ji hemû rêkeftinan re neyê danîn ku Kurd li gor wê tevbigerin, Ebadî ji Malikî baştir nabe.’‘
Basnews
