• Sunday, 15 February 2026
logo

Hikûmet û parlamento li ser rewşa sotemenî û benzînê civiyan

Gulan Media August 25, 2014 Nûçe
Hikûmet û parlamento li ser rewşa sotemenî û benzînê civiyan
Civata karûbarên neft û gazê a herêma Kurdistanê, roja yekşemiyê 24.08.2014ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digel komisyona enerjiyê û çavkaniyên xwezayî a parlamentoya Kurdistanê civiya û pirsa neft, gaz û benzînê li herêma Kurdistanê nirxand.

Di destpêka civînê de, serokwezîrê herêma Kurdistanê tekîd kir ku, hikûmet û parlamentoya Kurdistanê weke yek tîm kar dikin daku bikarin bi baştirîn awayî xizmeta hevwelatiyan bikin û bi hev re çareseriya wan pirsgirêkên ji encamê rewşa îro ya herêma Kurdistanê tê derbas dibe û kirîza êkonomî bikin.

Di civînê de, wezîrê êkonomiyê herêma Kurdistanê behsa rewşa êkonomî li herêma Kurdistanê kir û got ku, birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û kêmiya çavkaniyên din yên darayî wisa kiriye hikûmet rûbirûyê komeke astengî û pirsgirêkên darayî bûye û nikare weke berê xercî û miaşên karmendan, qerzên pirojeyan dabîn bike, vê yekê jî tesîr li ser birêveçûna karûbarên saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê dirust kiriye.

Wezîrê darayî got ku, pêwîste dahatinî û xerciyên hikûmetê di ber çavan re bên derbas kirin û dabînkirina xerciyên weke miaşê karmendan, malbatên şehîdan û xerciyên xizmetgozariyên giştî ji karên pêşîneyên hikûmetê bin. Wezîr got ku, vê rewşê wisa kiriye hikûmet nikare sotemenî û bi taybetî benzînê weke berê bi buhayekî kêm, weke piştevanî, bi hevwelatiyan bide.

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê behsa piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê dabînkirina nefta sipî û sotemenî û wêstegên berhemanîna karebê, piştevaniya pirojeyên stratejîk, fabrîke û pirojeyên pîşesazî û pirojeyên bazirganî û tûrîzmê kir. Wezîrê samanên xwezayî got ku, heta niha hikûmeta herêma Kurdistanê kariye berdewam miaşên karmendên hikûmetê dabîn bike.

Komsiyona pîşesazî enerjî û çavkaniyên xwezayî a parlamentoya Kurdistanê tekîd kir ku, tevî wezîfeya wan ya çavdêrîkirina hikûmetê, ew weke tîmekê digel hikûmeta herêma Kurdistanê kar dikin daku bi hev re bikarin çareseriya pirsgirêkên sotemeniyê û bi taybetî pirsa buha û kalîteya benzînê çareser bikin.

Civînê biryar da ku:

- Di çen rojên bên de civîneke din bê saz kirin û her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku, wezareta samanên xwezayî mekanîzma pişkinîna kalîteya benzînê her ji dema daxil dibe heta digeke wêstegan amade bikie.

- Bi hevahengî digel komsyona samanên xwezayî li parlamnetoya Kurdistanê û wezareta navxwe rênîşanderên çewaniya lêpirsîna digel wan aliyên yasayên kalîteya benzînê bin pê dikin, amade bike.

- Komîteyeke hevahengiyê ji civata wezîran bo karûbarên neft û gazê, komisyona pîşesazî enerjî û çavkaniyên xwezayî a parlamentoyê, wezareta samanên xwezayî, nûnerek ji wezareta darayî û wezîrê herêmê bo karûbarên parlamentoyê ji bona şopamdina pirsa sotemenî û benzînê bê pêkanîn û, bi kêmanî, her du heftiyan carekê bicive.

- Bi hevahengiya her du aliyan, heta dawiya meha îlonê, yasaya sindoqa dahatiniyên neftê û damezrandina kompaniya niştimaniya Kurdistan bo berhemanîn û dîtina neftê bên amadekirin û bikeve ber destê parlamentoyê.

Top