• Sunday, 15 February 2026
logo

Nûnerê azerî yê Ormiyê: Dewletê tiştek ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê nekiriye

Gulan Media August 25, 2014 Nûçe
Nûnerê azerî yê Ormiyê: Dewletê tiştek ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê nekiriye
Nûnerê azerî yê bajarê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Nadir Qazîpûr bi tundî gazinde li rayedarên dewleta Îranê kir ji ber ku ti gavek ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê ku ber bi zuhabûnê ve diçe, neavêtine.

Zuhabûna Gola Ormiyê ya li parêzgeha Ormiyê li Rojhilatê Kurdistanê êdî tenê kirîzeke aborî û jîngehî nîne çimkî bûye meydana nakokiyên siyasî yên rayedarên dewleta Îranê jî.

Ev çendîn sal in dewleta Îranê sozên rizgarkirina Gola Ormiyê dide. Gola Ormiyê niha li ber mirinê û roj bi roj jî mirina wê nêzîktir dibe.

Li gorî medyaya Îranê, nûnerê azerî yê Ormiyê di Parlamentoya Îranê de Nadir Qazîpûr pêr (23ê Tebaxê) di civîna parlamentoyê de gazinde û rexne li hikûmeta Rûhanî kir û ragihand, heta niha hikûmetê ti gaveke piratîkî ji bona rizgarkirina Gola Ormiyê neavêtiye.

Nadir Qazîpûr anî ziman ku soz û hewlên hikûmetê heta niha tenê di çarçoveya gotin û silogan û sêmînaran de mane ji ber wê jî qedera golê ji niha teslîmî mirinê bûye û paşerojeke xeter li benda bajarê Ormiyê û parêzgehên din ên derdora golê ye.

Wî parlamenterê îranî ji rayedaran xwest, bi awayekî bilez dest pêşiya karesata zuhabûna Gola Ormiyê bigirin.

Li gorî pisporên jîngehê, lêdana bîrên zêde, bikaranîna avê ji bo çandiniyê, guherîna rewşa hewayê û çêkirina bendavan li ser çemên ku dikevin golê sedemên serekî yên zuhabûna ava Gola Ormiyê ne.

Di serdema hikûmeta Ehmedînejad de dihat gotin ku dê ji Çemê Aras avê bînin bo rizgarkirina golê lê ew pilan jî derew derket.

Zêdetirî %90 ji ava Gola Ormiyê zuha bûye û li gorî pisporan eger ev rewş bidome êdî gol bi yekcarî dimire.

Gola Ormiyê mezintirîn gola Îranê û duyemîn gola şor a cîhanê ye. Di navbera parêzgehên Ormiye û Tewrêzê de ye û rûbera wê derdora 52 hezar kîlometrên du-goşe ye ku dike %3 ji rûbera giştî ya Îranê.

Bajarên Ormiye, Mehabad, Miyandav, Neqede, Selmas, Pîranşar, Şino, Tewrêz, Meraxe û Azerşehr li derdora Gola Ormiyê ne û çemên Zêrîne, Sîmîne, Tal, Gadar, Barandûz, Nazlû û Zola dirijin nav golê.

Rudaw
Top