• Sunday, 15 February 2026
logo

Brîtanya nûnertiyeke ewlekariyê li Kurdistanê vedike

Gulan Media August 25, 2014 Nûçe
Brîtanya nûnertiyeke ewlekariyê li Kurdistanê vedike
Brîtanya bi armanca piştgirîkirina Kurdistanê di şerê dijî DAİŞ’ê de, nûnertiyeke ewlekariyê li Herêma Kurdistanê vedike û General Sîr Sîmon Mayall wek nûner destnîşan kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Serokwezîrtiya Brîtanyayê hat dayîn; 'Korgeneral Sîr Sîmon Mayall wek nûnerê ewlekariyê yê hikûmetê hat destnîşankirin ku li İraq û Herêma Kurdistanê ji bo hewildanên li dijî DAİŞ’ê bibe piştgirî û hêzê xurtir bike.'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dawiya heftêya borî Serokwezîr Davîd Cameron, General Sîr Sîmon Mayall xelat kiriye û wiha hat gotin: 'General Sîr Sîmon Mayall niha ji bo hikûmetê Şewirmendê Parastina Payebilind ya Rojhilata Navîn e. Mayall ji bilî vê wezîfê wê li Herêma Kurdistanê nûnertiya ewlekariyê ya hikûmetê bike. General Mayall wê di çarçoveya şerê dijî DAİŞ’ê de piştgiriyê bide hêzên Kurdan û hewildanên li Iraqê û dê bi serkirdeyên ku hikûmeta yekîtiyê ava bikin re kar bike. Mayall dê hefteya dahatû berê xwe bide Iraqê û bi serkirdeyên siyasî yên Bexda û Hewlêrê re hevdîtinan bike.'

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo ji Hêzên Pêşmerge re alavên şer bên şandin xebat didomin û ev alav jî ji berçavkên şevê, êlekên pola pêk tên.

Basnews
Top