Di hikûmeta nû ya Sûriyê de wezîrekî kurd jî heye
Tê gotin, di pêkhateya hikûmeta nû ya Sûriyê de dê wezîrekî kurd jî hebe û parlamenterê kurd Omer Osê namzedê wergirtina wê wezaretê ye.
Endamê kurd ê Parlamentoya Sûriyê Omer Osê ji Rûdawê re axivî û ev yek piştrast kir.
Omer Osê got, Serokwezîrê Sûriyê Waîl Hilfî ku erkdarê avakirina hikûmeta nû ye, beriya 10 rojan gazî min kir û ji min re got, em dixwazin kurd jî di kabîneya hikûmeta nû de beşdar bibin.
Osê da zanîn, Hilfî jê re gotiye ku tu jî yek ji namzedên kabîneya nû yî û wiha axivî: ”Min jî jê re got beşdarbûna kurd di hikûmetê de gaveke girîng a dewletê ye ku ji bona kurdan davêje.”
Wî parlamenterê kurd ê Sûriyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand, wî ji Walî Hilfî re gotiye ku ew hez dike yek ji wezaretên Rewşenbîrî, Tûrîzm, Lihevanîna Niştimanî û Karûbarên Civakî bidinê.
Omer Osê anî ziman ku tê pêşbînîkirin ku kabîneya hikûmeta nû ya Sûriyê di nav 24 saetên bê de zelal bibe.
Rudaw
