Li Qeladizê 2 bira ligel hevjina yekî ji wan çûn nav DAİŞ’ê
Rehîm Elî û Rostem Elî ku herdu birayê hev in û temenê wan di navbera 20-30 salî de ye, çûn nav DAİŞ’ê, evna di demekê de ye ku Rustem zewici ye û hevjîna xwe jî ligel xwe biriye.
Di vê derbarê de çavkaniyeke nêzîkê wan herdu birayan ji BasNewsê re got: ‘’Rehîm û Rustem li taxa Mam Qasim rûdiniştin û li nav bazara giştî ya Qeladizê kitêbxaneyeke wan bi navê Cûdî hebû, herdu jî di warê olî de radîkal bûn, hefteya burî ji bajarê Hewlêrê çûne Mûsilê û tevî çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ).’‘
Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Ew herdu bira berî ku biçin nav DAİŞ’ê, çûbûn qezaya Pîrenegrûn a Silêmaniyê û ji wir çûbûn Hewlêrê, piştre di sînorê Hewlêrê ve çûne bajarê Mûsilê.’‘
Çavkaniyekê ji Rêveberiya Asayîşa Qeladizê jî eşkere kir ku 10 ciwanên Qeladizê yên ku xwestine biçin nav DAİŞ’ê hatine girtin û niha 7 ciwanên Qeladizê di nav rêzên DAİş’ê de ne. BasNewsê xwest ligel birayê wan herdu ciwanan Mele Mûsa Elî biaxife lê peywendî nehat girêdan.
Basnews
