Wezîrê Derve yê Îranê tê Herêma Kurdistanê
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, îro çû Bexdayê û bi Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî, Serokwezîrê nû Heyder Ebadî û serokwezîrê berê Nûrî Malikî re hevdîtin pêk anî.
Piştî civînê Zerîf û Zêbarî derketin pêşberî kamerayan û li ser naveroka civînê agahî dan. Civîna rojnamevaniyê heta niha jî didome...
Li gorî agahiyên Rûdawê, Zerîf dê bi Serokomar Fuad Mehsûm û hinek rayedarên din ên Iraqê re jî rûnê.
Wezîrê Derve yê Îranê dê serdana Herêma Kurdistanê jî bike lê nayê zanîna ka ew serdana dê îro pêk were yan sibê.
Rudaw
