Li paytexta Tirkiyeyê pevçûn
Bûyerê li taxa Dîkmen a navçeya Çankaya ya Enqerê rû da. Di demjimêrên nîvroyê de, tîmên polîsan xwestin wesayîta ku li pey bûn rawestînin. Kesên ku ji wesayîtê peya bûn gule reşandin ser polîsan.
Pevçûn di kolanên Dîkmenê de dirêj kir û gelek polîsên taybet bo herêmê hatin şandin. Helîkopterê polîs jî li hewayê çavdêriya herêmê kir.
Di encama gulebarandina kesên direvîn de 2 polîs û 2 sivîl birîndar bûn. Birîndar bo dermankirinê şandin nexweşxaneyan.
Yek ji êrişkaran di encama operasyona polîsan de hate kuştin. Hate tesbîtkirin, kesê ku jiyana xwe ji dest daye bi navê Bulent A. ye û hê berê ji lîdertiya çete, gef, madeyên hoşber, birîndarkirin, êrişa ser mekanan û xespê ceza girtiye.
Polîs, bo girtina kesê dîtir ku reviye operasyonê didomîne.
Rudaw
