• Sunday, 15 February 2026
logo

Şanda HDP’ê diçe Qendîlê

Gulan Media August 23, 2014 Nûçe
Şanda HDP’ê diçe Qendîlê
Şanda HDP’ê ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şanda dewletê û Qendilê re derbarê 'pevajoya çareseriyê' de hevdîtinan dike, piştî hevdîtina bi Ocalan re ya 15’ê Tebaxê û beriya wê ku bi şanda dewletê re jî hevdîtinên berfireh pêk anîbûn îro derbasî Hewlerê dibe û dê ji wir jî, daku bikaribe derbarê geşedanan de danûstandina bike biçe Qandilê.



Şanda HDP’ê ku di 15’e Tebaxê de bi Ocalan re hevdîtin kiribû û beriya wê jî bi rayedarên dewletê re hevdîtin li darxistibû ji bo nirxandina geşedanan îro derbasî Hewlerê dibe. Şand dê ji wir jî biçe Qendilê û çavlirê ye ku sibe bi rêyedarên KCK’ê re rûnê. Di hevdîtinan de dê derbarê hevdîtinên bi Ocalan re çavdêrî û agahiyên ku di dest de ne bên parvekirin û daxuyaniya Ocalan ku gotibû, 'Em gihîştine merheleya em ê karibin bi diyalogan şerên 30 salî bi dawî bikin' bên nirxandin.



Herwiha şand dê derheqê hevdîtinên bi rayeradên dewletê re jî agahiyan bide rayedarên KCK’ê. Heyeta ku ji Cigirê Serokê Koma HDP’ê İdrîs Baluken û Pervîn Buldan pêk tê dê di hevdîtinan de sernavên wekî, 'merheleya ku pêvajoya çareseriye gihîştiyê, helwesta dewletê, xebatên ku ji bo nexşerêya Beşîr Atalay aşkera kiribû' bên şirovekirin. Herwiha geşedanên heremî ên wekî, êrişên DAIŞ’ê, rewşa Êzdiyan, geşedanên li Rojavayê Kurdistanê, xebatên konferansa neteweyî û têkiliyên di navbera Kurdan de jî bê nirxandin û gotûbêj kirin.



Piştî hevdîtinan tê çaverêkirin ku dema vegeriya derbarê geşedanan de daxuyaniyekê bide raya giştî. Piştî ku şand vegeriya dîsa tê texmînkirin ku beriya 1’ê Îlonê cardin heyet biçe giravê û bi Ocalan re geşedanan binirxîne.



Basnews
Top