• Sunday, 15 February 2026
logo

Ji encama teqînên kerkokê 25 mirî, 123 birîndar hene

Gulan Media August 23, 2014 Nûçe
Ji encama teqînên kerkokê 25 mirî, 123 birîndar hene
Li bajarê Kerkûkê 3 teqînên bihêz çêbûn. Li gorî agahiyan di encama wan teqînan de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 123 kes jî birîndar bûn...

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îro danê êvarê li bajarê Kerkûkê 3 teqînên mezin çêbûn.


Berpirsê Asayişa Kerkûkê yê PDKê Helo Necat, ji Rûdawê re ragihand, kesekî xwekuj, otomobîla xwe di nava bazarê çekfiroşan a Rehîmawayê Kerkûkê teqand. Di encamê de hejmarek zêde kuştî û birîndar hene.

Her wiha Helo Necat got, teqîna duyem li ser rêya Kerkûk û Bexdayê rû daye.

Helo Necat got, di encama her sê teqînan de bi giştî 21 kuştî û 123 birîndar hene.

Rudaw
Top