Wezareta pêşmerge: Çi hêzên PKK ji Qendîlê neliviye
Wezareta pêşmerge a hikûmeta herêma Kurdistanê cext dike ku ti hêzekî PKK li Qendîlê bo hevkariya hêzên pêşmerge nehatiye û ewê niha di sengeran de ne bo berevanîkirina li axa Kurdistanê tenê hêzê pêşmerge ye.
Birêvebirê ragihandinê li wezareta pêşmerge a hikûmeta herêma Kurdistanê emîd Helgurd Hîkmet ji KDP.info re ragihandiye ku niha hêzên pêşmerge bi dirêjahiya 1050 kîlo metir li beramberî terorîstan de di şer de ye, raste weku gelê Kurd hemû aliyek hevsozin li gel me û çendîn welat hevkariya Herêma Kurdistanê dikin lê belê ewên niha li dijî terorsîtan di sengerên şer de ne tenê hêza pêşmerge ye û ti hêzekî dinê di wan sengeran de tune ye.
Helgurd Hîkmet ragihand: Raste li Mexmurê PKK hebû û li ser sînor jî hebûna YPG`ê hebûne, lê belê wan berevanî li xwe kirine û ji bona parastina xwe li herêmê ne di wê çarçoveyê de jî hevkariya Herêma Kurdistanê jî kirine.
Ew jî diyar kir û got: Ewê ku behsa wê yekê dike ku hêza PKK ji Qendîlê bo hevkarîkirina hêza Pêşmerge hatine Herêma Kurdistanê, rast nîne û bi tenê hêzên pêşmerge di sengerên şer de ne.
Kanala Erebiyê behsa wê yekê kiriye ku hêza pêşmerge ûp PKK bi hevra li dijî çekdarên DAIŞ`ê şer dikin.
Xendan
