Du polîsên Turkmen li ser şewitandina Ala Kurdistanê hatin girtin
Ji Rêveberiya Polîsên Xurmatû Komîser Elî Selah nûçe ji BasNewsê re piştrast kir û got: ‘’Du polîsên ser bi Rêveberiya Polîsên Xurmatû di dema dewama xwe ya asayî de çûne ser banê rêveberiyê, Ala Kurdistanê anîne xwar û şewitandine.’‘
Komîser Elî Selah da zanîn ku ji ber vê kiryarê bi fermana Dadwerê Xurmatû ew herdu polîs hatine girtin, niha lêpirsîn ligel wan tê kirin û eger heye destek an jî aliyek li pişt vê kiryarê be.
Basnews
