Balafirên Amerîka li DAIŞê dan: Herî kêm 50 kuştî
Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re got, balafirên Amerîka li devera Zûmarê çeper û çekdarên DAIŞê dan ber bombeyan.
Wî rayedarê Pêşmerge da zanîn, di bûyerê de herî kêm 50 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û got, di nav wan de du berpirsên mezin ên rêxistinê ku ji wan re dibêjin, “emir” jî hene û navên wan jî Ebid Tileferî û Ebû Meryem e.
Rudaw
