Li 3 gundên Mûsilê çekdarên DAİŞ’ê hatin dorpêçkirin
Efserê Hêzên Pêşmerge ku nexwest navê wî were eşkere kirin, ji Şefeq News re got: ‘’Niha Pêşmergeyên Kurdistanê li piraniya eniyên şer çekdarên DAİŞ’ê şikandine û li nehya Bertele jî rêyê çûna alîkariyê ji çekdarên DAİŞ’ê re hatiye girtin.’‘
Efserê Pêşmergeyan wiha axifî: ‘’Ji ber êrîşên Hêzên Pêşmerge û bombardimana balefirên şer ên Amerîkayê, çekdarên DAİŞ’ê neçar man paşde birevin û biçin sê gundên nehya Bertele wek İsquf, Kanî Wîkan û Baedrê û niha hatine dorpêçkirin.’‘
Li gor agahiyên BasNewsê, niha Pêşmergeyên Kurdistanê li wan hersê gundan çekdarên DAİŞ’ê dorpêç kirine û tê çaverêkirin di demeke kurt de ew gund ji aliyê Pêşmergeyan ve bên kontrol kirin.
Basnews
