Çekdarên DAIŞê ziyaretgeha mezinekî kurdên Kakeyî teqandin
Yek ji xizmetkarên ziyaretgeha Babe Yadiger bi navê Seid Ebdullah ij Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê îro danê sibê ziyaretgeha Babe Yadiger teqandin.
Wî xizmetkarê ziyaretgeha Babe Yadiger anî ziman ku di wê ziyaretgehê de merasimên ayînî, dua û munacat ên ayîna Kakeyî tên kirin ji ber wê jî teqandina wî cihê pîroz tê wateya binpêkirina wê azadiyê ku di ti ol û ayînekê de nehatiye qedexekirin.
Nivîskarê kakeyî Haşim Kakeyî jî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê piştî teqandina ziyaretgeha Babe Yadigar niha jî dixwazin ziyaretgeha Babe Heyder li gundê Gezrekanê biteqînin.
Haşim Kakeyî her wiha got, ji ber êriş û gefên DAIŞê heta niha zêdetirî 20 hezar kakeyî koçber bûne.
Babe Yadiger di nav ayîna kurdên Yarsan (Kakeyî) de pir pîroz e. Li gorî wê baweriyê, Xwedê beşek ji rûhê xwe xistiye nav rûhê 7 kesên bi navên Binyamîn, Pîr Mûsa, Dawûd, Dayrak, Mistefayê Dawdan, Şah Îbrahîm û Babe Yadigar.
Babe Yadiger jibilî Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Pakistan û Efxanistanê jî tê perestin. Qebra Babe Yadigar li devera Rîcabê ya Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ye û wek navenda baweriya yarsanî (kakeyî) tê naskirin. Yarsanî ji seranserê cîhanê diçin wir ji ber jibilî Babe Yadigar gellek mezinên ayîna kakeyî yên din jî li wir hatine definkirin.
Çekdarên DAIŞê di heyama du mehên borî de êrişî kurdên êzîdî, şebek û kakeyî yên li Mûsil û Hewlêrê kirine ji ber wê jî neçar man berê xwe bidin deverên din ên Başûrê Kurdistanê.
Çekdarên DAIŞê xwestin ziyaretgeha Şêx Şerefedîn li devera Şingalê biteqînin lê şervanên êzîdî (pêşmerge) nehîştin û ew der parastin.
Rudaw
