• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî bo Pêşmerge: Rehmê li çekdarên DAİŞ’ê nekin

Gulan Media August 22, 2014 Nûçe
Barzanî bo Pêşmerge: Rehmê li çekdarên DAİŞ’ê nekin
Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar Mesûd Barzanî, ferman da Pêşmergeyan û got: ‘’Di dema rizgarkirina navçeyan de ser û malê xelkên sivîl biparêzin, lê dest ji çekdarên DAİŞ’ê neparêzin û rehmê li wan nekin.’‘

Di wê fermana nivîskî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ku kopiyek gehiştiye BasNewsê û arasteyî Wezareta Pêşmerge, hêzên navxwe, yekeya 70, 80 û Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê hatiye kirin, wiha tê gotin: ‘’Divê hemû yekeyên leşkerî yên li eniyên şer ku şerê çekdarên DAİŞ’ê dikin, bên agahdar kirin da di dema çûna pêş de wê rûmeta bilind biparêzin ku bi dirêjahiya dîrokê, Pêşmerge û gelê Kurdistanê pê hatine naskirin.’‘

Di fermanê de ku tarîxa 21’ê Tebaxê li ser e, Barzanî wiha dibêje: ‘’Divê ser û malê xelkên sivîl bên parastin û di dema rizgarkirina navçeyan de xelkên sivîl ji çekdarên DAİŞ’ê û yên ku hevkariya DAİŞ’ê kirine bên cudakirin.’‘

Lê di heman demê de Barzanî fermanê dide Hêzên Pêşmerge û hemû hêzên din ên çekdar û wiha dibêje: ‘’Dest ji çekdarên radîkal û yên ku hevkariya DAİŞ’ê kirine neparêzin û rehmê li wan nekin, di heman demê de jiyana xelê asayî û sivîl biparêzin û bi rewişta bilind a Pêşmergayetî û Kurdayetiyê ligel wan tevbigerin.’‘

Basnews
Top