Danîmarka jî alîkariya leşkerî dide Kurdistanê
Wezîrê Derve yê Danîmarka Martin Lidegaard, ragehand ku piştî civîneke 5 saetî li Wezareta Derve ya Danîmarkayê, bi beşdarbûna serokên fraksyonên parlamentoyê, hemû aliyan lihev kir ku Danîmarka di warê leşkerî û însanî de alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
Martin Lidegaard, da zanîn ku biryar hatiye standin balefireke C-130 Hercules vê alîkariya leşkerî bighîne Herêma Kurdistanê. Alîkariya leşkerî jî çek û pêdiviyên din ên serbazî li xwe digire.
Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Martin Lidegaard, tekez kir ku evna tenê ne şerê Pêşmergeyan e ligel DAİŞ’ê, lê belê şerê hemû cîhanê ye ligel Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) û got: ‘’Loma divê di vî şerî de civaka navdewletî alîkariya Pêşmergeyan bike.’‘
Hêjayê gotinê ye berî niha Danîmarka, Wilayetên Yekgirtî yên Amerîkayê agahdar kiribû ku eger pêwist bike amade ye bi firokeyên şer ên F-16 alîkariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bike.
Basnews
