Pêşmerge li Mûsilê di pêşengiyê de ne û artêş hevkariyê dixwaze
Derbarê rewşa dawî ya navçeyê de Berpirsê Ragihandina Şaxa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memuzînî, ragihand ku, li rojhilatê Mûsilê Pêşmerge di pêşengiyê de ne, herwiha li eniya Dûberdan karîne her 3 gundên Beizram Osqof û Kanî Kewa li quntara çiyayê Zerk kontrol bikin.
Memuzînî da znanîn ku, di şer û pevçûnên navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞ’ê de hejmareke zêde ji çekdarên rêxistina navborî hatin kuştin û aşkere kir ku, duh DAIŞ’ê termê 86 çekdarên xwe şandina Mûsilê û di nav wan de termê emîrekî wan jî hebû.
Hevdem, Artêşa Iraqê daxwaza hevkariyê ji xelkê bajarê Mûsilê dike, di şerê li dijî DAIŞ’ê de. Balafirên Iraqê nivîsek avêtin ji xelkê bajarê Mûsilê re û tê de daxawaz tê kirin ku, xelkê wî bajarî bi artêşa Iraqê û hêzên ewelakriyê re alîkar bin, da karibin çekdarên DAIŞ’ê ji Mûsilê derxînin û wan ji nav bibin.
Hêjayê gotinê ye di 9-10ê hezîrana borî de çekdarên DAIŞ’ê bajarê Mûsilê girtin, piştî reva hêzên artêşa Iraqê ji wê deverê. Ji wê demê heta niha bi hezaran Mesîhî, Kurdên Şebek û Êzdî koçberî Herêma Kurdistanê bûne û rojane jî şer berdewam e.
basnews
