• Sunday, 15 February 2026
logo

Amerîka 300 leşkerê din dişîne Iraqê

Gulan Media August 21, 2014 Nûçe
Amerîka 300 leşkerê din dişîne Iraqê
Wezareta derve ya Amerîka daxwaz ji wezareta bergirî ya wî welatî (Pentagon) kir ku, herî kêm 300 leşkerên din ên amerîkî bişîne Iraqê û ew daxwaz ji aliyê berpirsên leşkerî yên wî welatî ve hat pesend kirin, lê heta niha zelal nebûye, ku dê ev leşker bo Bexdayê yan jî bo Hewlêrê bên şandin.

Îro, 21ê tebaxê, wezareta derve ya Amerîka daxwaz ji Pentagonê kir ku leşkerên zêdetri bişîne Iraqê, Penatagon jî razî bû ku herî kêm dê 300 leşkerî bişîne.

Pentagonê daxwaz lêborînê ji xelê xelkê Amerîka kir, bo dûbare şandina leşkeran bo ser axa Iraqê, lê kuştina wî rojnamevanî amerîkî ji aliyê DAIŞê ve, sedema serekî ye da Amerîka operasyonên xwe yên ezmanî bo ser DAIŞê zêde bike û leşkerên zêdetir jî bo Iraqê bişîne.

Bi şandina van leşkeran bo Iraqê, hejmare leşkerên amerîkî li wî welatî digihe 1150 leşker.

Rudaw
Top