• Sunday, 15 February 2026
logo

Qasim Şeşo: Di van nêzîkan de em dê vegerin nav Şingalê

Gulan Media August 21, 2014 Nûçe
Qasim Şeşo: Di van nêzîkan de em dê vegerin nav Şingalê
Serkirdeyê Pêşmergeyên Êzdî Qasim Şeşo, eşkere kir ku di çend rojên borî de hinek çekên sivik û fîşek ji wan re hatine û biryar e çekên giran jî bo wan bên şandin.

Di vê derbarê de Qasim Şeşo ji BasNewsê re diyar kir ku Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel ketiye têkiliyê û ew çek ji wan re şandine û got: ‘’Çekên giran jî ji mer tên, bi qeweta Xwedê em dê di demeke nêzîk de Şingalê azad bikin û bi awayekî serbilind vedigerin ser jiyan û mal û milkên xwe.’‘

Şeşo da zanîn ku di wê peywendiya telefonî de ligel Mesrûr Barzanî gelekî gotûbêj kirine û wiha pêde çû: ‘’Peywendiyeke gelekî pozîtîf bû, em li ser gelek mijaran axifîn, nerînên me wek hev bûn û di vê peywendiya telefonî de gelek mijar bo me zelal kirin.’‘

Qasim Şeşo, diyar kir ku niha hêzeke piştîvaniyê ya Pêşmergeyên Kurdistanê ligel wan e û got: ‘’Biryar e hêzeke din jî bo me were şandin û piştre jî mizgîniya azadkirina Şingalê tê ragehandin.’‘

Şeşo axaftina xwe wiha qedand: ‘’Haya me jê heye ku Hêzên Pêşmerge û balefirên şer ên Amerîkayê li Zumar derbeyên dijwar li çekdarên DAİŞ’ê dane, loma şikandina DAİŞ’ê li wê eniyê gelekî karê me asan dike bo rizgarkirina Şingalê bi piştîvaniya Pêşmergeyên Kurdistanê. Herwiha em ji çiyayê Şingalê nayên xwarê heta Şingal neyê rizgarkirin.’‘

Basnews
Top