• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîrê Îtalyayê serdana Kampa Behrikê kir

Gulan Media August 20, 2014 Nûçe
Serokwezîrê Îtalyayê serdana Kampa Behrikê kir
Piştî serdana xwe ya Bexdayê, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi duh gehişte Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.

Li gor ku hatiye ragihandin, mebesta serdana Matteo Renzi, pêşkêş kirina alîkariyên leşkerî ye bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê de. Ev serdan di demekê de ye ku, Parlamentoya Îtayayê pirsa alîkariya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê gotûbêj dike.

Piştî bidawî hatina civîna Matteo Renzi ligel Barzanî, navborî serdana Kampa Behrikê ya ser bi bajarê Hewlêrê kir.

Renzi, li Bexdayê jî ligel Serokkomarê İraqê Fuad Mehsûm û namzetê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan Heyder Ebadî ku bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta İraqê hatiye rasipardin, civiyabû.
Top