Şaîra Fars piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike
Rûeya di gotara xwe de hevxemiya xwe û çend biraderekî derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de tîne ziman û dilgiraniya xwe jî li hember paşeroja Kurdistanê aşkere dike û dibêje; ‘‘Em ligel we giriyan û xwe hevxemên we dibînin, em wefadar in li hember mirovatiyê, em zemîneke bê sînor dixwazin, em cîhanekê dixwazin li ser her cor sînorekî cografî, nîjadî, neteweyî, olî û îdeolojî be, em aştî û asayiş û xweşiyê bo her kesî dixwazin, em dixwazin wek çawa azad ji dayik dibe wiha jiyan bike, hemû mirovek bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, hemû wek yek mafê mirovî hebe. Ev hêviya hemû mirovekî aştîxwaz û azadîxwaz e.’‘
Rûeya wiha nivîsiye: ‘‘Ez rêz û hurmetê li daxwaz û xewna we ya dîrokî di hebûna welatekî serbixwe de digirim, ji ber ku paşeroja her neteweyekê bi îradeya xelkê xwe ve ye. Azadî û demokrasî û mafê destpêkî yê we ye. Ev çend salên dirêjin ku bo bidestxistina mafên xwe hûn xebatê dikin û di vê rêyê de we kêmasî nekiriye. Van rojan hebûna wêneyên jin û zilamên şoreşger ên Kurd di medya û torên civakî de wêneyên nû bo hebûnê derketine. Hebûnek ku tije ye ji jiyana şerefmend li hember kole û koletiyê.’‘
Rûeya li welatê Siwêdê dijî û heta niha 6 dîwan helbest belav kirine û helgira çendîn xelatên edebî ye li nav Îranê û derveyî wê.
