• Sunday, 15 February 2026
logo

Di şerê bendava Mûsilê de 112 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin

Gulan Media August 20, 2014 Nûçe
Di şerê bendava Mûsilê de 112 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin
Piştî ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn bi tevahî bendava Mûsilê ji çekdarên DAİŞ’ê paqij bikin, hejmareke zêde ya laşên çekdarên DAİŞ’ê bicîh man.

Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji BasNewsê re got: ‘’Di encama êrîşên Hêzên Pêşmerge bo ser pêgeh û binkeyên çekdarên DAİŞ’ê li bendava Mûsilê û bombardimankirina balefirên şer, 112 çekdarên DAİŞ’ê hatin kuştin û 92 jî birîndar bûn.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama wan êrîşan de 8 Hummer, 5 topavêj û 11 pîkabên çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) jî hatine şewitandin û têkşikandin.

Rudaw
Top