• Sunday, 15 February 2026
logo

Kurd bi 5 wezaretan beşdarî hikûmeta İraqê dibin

Gulan Media August 20, 2014 Nûçe
Kurd bi 5 wezaretan beşdarî hikûmeta İraqê dibin
Kurd bi mercê çareserkirina pirsa petrolê, budce û navçeyên madeya 140’ê ku di bernameyê hikûmetê de bicîh bibin û wergirtina 5 wezaretan ligel çendîn postên din beşdarî hikûmeta nû ya İraqê dibin.

Ji xeynî bernameyê hikûmeta İraqê, ku Kurd pêdagiriyê li ser dikin, mercên wan hene jî hene ku divê pirsa petrolê, budce, çek, meaşê Pêşmerge û navçeyên madeya 140’ê bi rêya referandûmê bên çareserkirin. Herwiha dixwazin hejmara wezaretên dighin Kurdan ne kêmî 5 wezaretan bin. Di heman demê de li gor encama kursiyên Parlamentoya İraqê wezaret li partiyên siyasî yên Kurdistanî tên parvekirin.

Li gor vêna jî 2 kursî bo Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), du kursî bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran kursiyek û partiyên Îslamî yên Kurdistanê jî postên rêveberên giştî û postên din werdigirin, wate wezareta nagihin wan.

Di vê derbarê de Serokê Fraksyona PDK’ê li Parlamentoya İraqê Erdelan Nûredîn ji BasNewsê re got: ‘’Em pêşbînî dikin ku di vê kabîneya nû ya hikûmeta İraqê de 5 wezaret bigihin Kurdan. Ew post jî li aliyên siyasî tên parvekirin, herwiha Kurd hejmarek postên din jî wek rêveberiyên giştî werdigirin.’‘

Nûredîn tekez kir ku divê Kurd pêdagiriyê li ser wergirtina yek ji wezaretên wek darayî, petrol û derve bikin û wiha axifî: ‘’Postê cîgirê serokwezîr jî divê ji Kurdan re be, lê belê heta niha hîç kesek bo wî postî nehatiye diyarkirin ku berê bo PDK’ê bû û tê pêşbînîkirin ku her di destê Partî de bimîne.’‘

Nûredîn bal kişand ser hejmara kursiyên partiyên siyasî yên Kurdistanê li Parlamentoya İraqê û wiha pêde çû: ‘’Di vê gerê de PDK 25 kursî, YNK 21 kursî, Tevgera Goran jî 9 kursiyên wê hene, li gor vêna jî Tevgera Goran tenê wezaretekê werdigire, PDK û YNK jî her yekê 2 wezaret digihin wan.’‘ Li gor axaftina parlamenterê PDK’ê be, tenê postên rêveberên giştî digihin aliyên Îslamî yên Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve parlamenterê Tevgera Goran Kawe Mihemed jî bo BasNewsê wiha axifî: ‘’Ya herî girîng ew e ku em bi awayekî cidî li ser bernameyê hikûmetê biaxifin, ne wergirtina post û meqaman, jiber çendîn pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta borî hebûn wek pirsa petrolê, budce, Pêşmerge û xakê. Piştî bername jî divê Kurd li ser wergirtina wezaretên girîng rawestin, bi taybetî wezaretên xizmetguzarî û berhemhêner.’‘

Derbarê mijarê de Endamê Şanda Danûstandinê ya Herêma Kurdistanê û Bexdayê, Adil Nûrî got: ‘’Divê em di vegera xwe ya Bexdayê de hinek tişt hene yekalî bikin, ji wan navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê, herwiha divê li ser parvekirina postan jî lihevkirin hebe. Bi taybetî jî Kurd pêdagiriyê li ser wezareta derve ya İraqê bikin, herwiha daxwaz bikin ku pişka wan di Wezareta Petrolê ya İraqê de hebe bo piştgiriya siyaseta petrolê ya Herêma Kurdistanê bike.’‘

Basnews
Top