• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê derve yê Libnanê kir

Gulan Media August 19, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li wezîrê derve yê Libnanê kir
Wezîrê derve yê Libnanê Cubran Basîl bi serokatiya şandeyekê serdana herêma Kurdistanê kir û duhî roja 18ê vê mehê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hemebr serdana wezîrê Libnanê bo herêma Kurdistanê diyar kir ku, yekem wezîrê welatek erebî ye piştî ev rewş bi serê Îraq û herêma Kurdistanê de hatiye û rûbirûyê êrîşên terorîstan bûye, serdana herêma Kurdistanê dike. Wezîrê Libnanê jî got ku, serdana wî nîşana piştgirî û hevsoziya digel herêma Kurdistanê ye.

Her du aliyan rewşa siyasîya Îraqê û tesîra kontrolkirina beşek ji Îraqê ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve minaqeşe kir. Herwesa pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Bexdayê û giringiya beşdarîkirina rasteqîneya tev pêkhateyên Îraqê di hikûmeta nû de û bi taybetî beşdariya pêkhateyên serke yên weke şîiy, sune û kurd behis kir.

Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser wê yekê kir ku, ji bona pirosesa siyasî berdewam be, pêwîste guhertinên timam di awayê hukimdariya li Îraqê de bê kirin û pirsên siyasî bên çareser kirin. Herêma Kurdistanê beşdariyê di pirosesa siyasiya Îraql de dike û danûstandinan dest pê dike.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultura pêkvejiyan û lêbihurînê ku, bi hezaran salane li Kurdistanê heye dike û got ku, herêma Kurdistanê bi parastina wê kultura pêkvejiyan û lêbihurînê pabend dibe û dê li ser berdewam be.

Têkeliyên herêma Kurdistan û Libnanê mijareke din a civînê bû û di vî warî de behsa revenda libnanî li herêma Kurdistanê, çalakiyên bazirganî û aborî di warên cuda de encam didin û beşdariya wan di pirosesa geşepêdan, avakirin û sermayerazandinê li herêma Kurdistanê kir.

Top