Hêzên PKKê 6 otomobîl şewitandin
Li gor medya Tirkiyê, hêzên gerîlayên PKKê li di navbera navçeya Nazmiye ya bi ser Dêrsimê û navçeya Karakoçana Xerpêtê, şeş otomobîlên ku di înşaata bendava Çemê Perî de kar dikin şewitandin.
Hat ragihandin ku duh di saetên şevê de hin grûpên gerîlayên PKKê êrîş birin ser şîrketa ku li înşaata bendavê de kar dike , ajokaran ji otomobîlên wê şîrketê danîn û otomobîlên wan şewetandin, lê ew ajokar jî serbest berdan.
wek tê zanîn berî du rojan Hêzên Parastina Gel HPGê di daxuyaniyekê de ragihand ku ewê li dijî çêkirina bendavan li bakûrê kurdistanê çalakiyan lidar xînin.
Rudaw
