• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê Derveyê Norwêç li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kir

Gulan Media August 18, 2014 Nûçe
Wezîrê Derveyê Norwêç li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re kir
Duh dûşem 18/08/2014 birêz Børge Brende Wezîrê Derveyê Norwêç li rêya telefonê ve peywendiyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li peywendiyê da Wezîrê Derveyê Norwêç palpiştiya Hikûmet û gelê Norwêçê ji bo gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan da ragihand û pîrozbahiya serkeftinê li hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ya li ser terorîstan de li Serok Barzanî kir, bi wê yekê ku hêzên Pêşmerge rê nedan terorîstan pêşrewî bikin û şiyana wan têkşikandin.

Her wiha ragihand, hêvîdarîn ewê cenabê we û Herêma Kurdistanê li berengarbûna Da'îş da kiriye bibê destpêka dawî anîn û têkşikandina terorîstan li navçe û cîhanê da. Li dirêjahiya peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Norwêç hevsoziya xwe beramber êşa wan hemû hemwelatiyan de nîşanda ku ji tirsa tehdîdên terorîstan da koçber bûne û mal û halê xwe bi cîh hiştine û xwe spartine Herêma Kurdistanê.

Li beramber da Serok Barzanî spasî helwesta Hikûmeta Norwêçê kir û ragihand, gelê Kurdistanê bi serbilindiyê ve li şûna cîhana azad şerê dewletekî terorîstî dike ku çekên her dû artêşên Iraq û Suriye ketiye destê wan û got: Serbilindîn bi wê yekê ku Herêma Kurdistanê û Pêşmerge karîne canê zêdetirê yek milyon û nîv koçberan biparêze.

Li beşekî dinê peywendiya telefoniyê da Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, em li ser parastina biha û prensîpên demokrasî û lêborînî û pêkvejiyanê sûrîn.

Li dawiya peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Norwêçê ragihand wekî hengavekî praktîkî heftiya bê serdana Herêma Kurdistanê dike û dûpata wê yekê kir ku Norwêç li alîkariya mirovî de berdewam dibe û Hikûmeta wan wê yekê dinirxîne ku çawa em van hevkarî û piştevaniyan berfireh bikin.

Top