Bi qasî 7,8 milyon bermîl petrol bo Tirkiyê hatiye hinardekirin
Yildiz got: 'Ji Tirkiyê 6,5 milyon bermîl hatine sewqkirin. Ji ber ku xebatên boriyan yên ku petrol tê re derbas dibe tên kirin, îro hinardekirin nemimkun e.' Yildiz di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku li Iraqê bi destê sektorên fermî û sektorên taybet peyman hatibûn mohrkirin ku ev peyman girêdayî hikmên hiqûqê yên taybet in û ew peyman didomin.
Yildiz wiha axifî: 'Bi çi wesîleyê dibe bila bibe, DAİŞ ne mixatabê me ye. Em xebatên li ser sektora enerjiyê bi vê hişmendiyê dimeşînin. Li wê derê hinek saha û blok dest diguhêzin. Bê îstiqrariyeke siyasî heye, lêbelê ev rewş têkiliyên me naguherîne. Heta niha nêzhika 7,8 milyon bermîl petrol bo Tirkiyê hatiye kirin û tankêra 7’emîn a barkirî jî sewqî bazara navneteweyî hatiyekirin. Nefta ku hat sewqkirin ya Iraqê ye. Dahata vê neftê jî li gor destûra Iraqê tê parvekirin. Heta niha ji Tirkiyê 6,5 milyon bermîl petrol hatiye sewqkirin. Ji ber ku xebatên boriyan yên ku petrola tê re derbas dibe tên kirin, îro hinardekirin nemimkun e.'
Basnews
