Hejmara koçberên Êzdî li Dihokê gehişt 400 hezar kesan
Şaredarê Bajarê Dihokê, Şewket Mihemed Emîn Osman dibeje ku, pêşî Kurdên Rojava, piştre Mesihî û Erebên ku ji şer reviyabûn û niha jî Kurdên Êzdi, hejmara koçberan ji hejmara hevwelatiyên niştecihên Dihokê zêdetir bûye.
Şaredar Mihemed Emîn Osman li ser rewşê ji BasNewsê re got ku bi temamî li Dihok û deverê girêdayî Dihokê 750 hezar koçber hene û ji wan nêzîkî 400 hezarî Kurdên Êzdî ne ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê reviyane. Mihemed Emîn diyar kir ku ew her alikariya ku ji destê wan tê dikin. Li gor Şaredar Mihemed Emin, heta niha 2-3 lijne ji bo alîkariyê hatine pêkanîn û ev lijne hemû pêdiviyên koçberan li wan parvedikin.
Mihemed Emîn Osman got ku wan wek lijne û reveberiya Dihokê, bajar ji bo alikariya hevpar kirine û her parçekî jî berpirsiyarî wî heye. Herweha Osman, diyar kir ku ew bixwe berpirsyariya 6 hezar kesî dike û ji bo xwarin, vexwarin û rewşa tenduristiya koçberan ku dirust bikin dixebitin.
Mihemed Emin Osman wiha axivî; “Em hejmara koçberên Êzdî rastî nizanin lê li mintiqa ku ez berpirs im 6 hezar kes hene ku em her roj ji wan re xwarin, av, cil û berg û livînan belav dikin. Ji bilî vê yekê doktor ji bo tenduristiyê digerin û eger pirsgirêkek hebe çareser dikin”. Şaredarê Giştî yê Bajarê Dihokê Şevket Mihemed Emin, herweha got ku, xelkê Dihokê jî gelekî alikariya koçberan dikin lê heta niha tû alikariya navneteweyî negihiştiye wan.
Serokê Şaredariya Rojavayê Dihokê Mam Celal jî got ku Dihok niha ji bo karê alikariyê kirine 12 parçe û her parçeyekî berpirsên wê hene û parçeyê ku ew lê dinere nêzîkî 7 hezar koçber hene. Mam Celal got ku li aşxana wan ew her roj xwarinê amade dikin û ji koçberan re dişînin, herweha kesê ku dixwazin ku ew xwarinên xwe çê bikin alikariya wan dikin. Mam Celal da zanîn ku alikariya xelkê koçber bi temamî ji aliyê hikûmeta Kurdistanê û xelkê Dihokê vetê kirin.
Basnews
