• Sunday, 15 February 2026
logo

Numan Kurtuluş: Di 2015an de dê pêvajo biser keve

Gulan Media August 18, 2014 Nûçe
Numan Kurtuluş: Di 2015an de dê pêvajo biser keve
Alîkarê serokê partiya AKPê Numan Kurtuluş ku gelek ji serokwezîr Erdogan nîzîke, di hevpeyvînekê bi çapemeniya Tirkiyê re dibêje, pêvajoya aşitî roj bi roj pêş dikeve, gelek qanûn derbarê wê de derketin, û gav jî tên avêtin,û bawer dike ku berî hibijartina perlemantoya Tirkiyê di 2015an de, wê Tirkiyê bêje, temam ev pêvajo hat çareser kirin, tevî ku herkes dizane ku ev kar di rojekê û duduyan de bidawî nabe, ji ber ku pirsgirêka 90 salî ye, lê wê heta wê demê gelek pêdiviyên pêvajoyê pêk werin.

Li ser pirsa rojnamevan ku li dawiyê pêvajoyê wê hemû kesên li çiya vegerin malên xwe yanî wê çiya vala bibe, Numan Kurtukuş got, raste wê yek mirov li çiya nemîne, axir ev kes hemwelatiyên Tirkiyê ne û kurê vî welatî ne.

Kurtuluş derbarê rewşa HDPê û namzedê wê Slahedîn Demîrtaş û serkeftinên bi dest xistiye de diyar kir ku, serkeftinên Demîrtaş ewe ku, wî dikarî li Tirkiyê û nav kurdan de bi zimanê aşitî û pêvajoyê biaxife, û ew kesên ku dixwazin şer bi dawî bibe jî jê bawer bûn, ev jî pêşketineke mezine, û ya din jî HDPê êdî ji tevgereke kurdî zêdetir karî bi zimanê xwe ya nû, gelek kesayetiyên Tirkiyê bikşîne aliyê xwe, û gelek hijmar ji partiya CHPê bistîne, yanî gaveke başbû ji bo Tirkiyebûnê bû, ev jî hêşt ku rêjeya dengên wê li rojavayê Tirkiyê bilind bibe.

Alîkarê serokê AKPê Numan Kurtuluş derbarê bandor û hebûna partiya CHPê li nav herêmên kurdan de anî ziman ku, piştî van serkeftinên HDPê li nav kurdan, elewî û çepgiran, û piştî siyaseta şaş ya partiya CHPê û helwesta wê derbarê pêvajoyê ew bawer nake ku êdî heta biheta ti ciyekê CHPê di nav bakûrê Kurdistanê de hebe.

Li ser pirsa eger wiha HDPê pêşbikeve ew tê wê wateyê ku ew ji CHPê bêhtir pê bikeve, Kurtulûş got, eger HDPê div ê zimanê xwe ya biratî û Tirkiyebûnê de bimeşe, û partiya CHPê di helwestên xwe yên niha, yên nijadperest, kemalîst û muhafaekar de bimîne, helbet ewê pêşketinên mezin çê bike, û ew hemû pêşketin jî wê di başî û xêra gelên Tirkiyê be, bê guman.

Rudaw
Top