Wezîrekî Urdunê: Wezîfa me ye em di şerê li dijî DAIŞê de pişta kurdan bigirin
Salih Qelab diyar kir ku gelê Urdunê û hikûmeta wê, hêvî dikin ku di demeke nêzîk de li ser hemû axa netewî ya Kurdan dewleteke kurdî were avakirin.
Qelab her wiha got, ew melayên ku li dijî Êzîdiya fetwayan derdixin ew lekeyeke gemarî davêjin ser Ereb û Îslamê.
Li ser Rojavayê Kurdistanê jî wezîrê berê yê ragihandina Urdunê got, ew ligel wê yekê ne ku Kurd mafê xwe yê destnîşankirina qederê bidest bixin.
Salih Qelab bi tundî rexne li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî kir û got, gellekî şerm e ku PYD peywendiyan bi rêjîma Beşar Esed re ava dike ji ber ku bavê Beşar Serokê PKKê Abdullah Ocalna radestî Tirkiyeyê kiriye.
Qelab diyar kir, ji ber wê jî divê PYD xwe tevlî hêzên sûrî û kurdî bike û li dijî rêjîmê şer bike bo bidestxistina mafên gelê kurd li Sûriyê.
Rudaw
