• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîjneya Bergiriyê li Parlemena Britanya kir

Gulan Media August 17, 2014 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Lîjneya Bergiriyê li Parlemena Britanya kir
Duh yekşem 17.08.2014 li Selaheddîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rorî Stîwart Serokê Lîjneya Bergiriyê li Parlemena Britanya û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Kurdistan û Iraqê û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûnê ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û terorîstan hate guftûgokirin û her wiha di derbarê rewşa penaberan û çawayiya gihandina alîkariya mirovî ya Britanya hate nirxandin.

Li vê hevdîtinê de Serokê Lîjneya Bergiriyê li Parlemena Britanya silavên Serok Wezîrê Britanya bi Serok Barzanî gihand û dûpata wê yekê kir ku welatê wan palpiştiyê li gelê Kurdistanê dike û Herêma Kurdistan û aramî û pêşketina wê ji bo Britanya babetekî pir bihaye.

Proseya siyasiya Iraqê û hengavên dawî ya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top