• Sunday, 15 February 2026
logo

Pêşmergeyên Kurdistanê nehya Tilsiqûf azad kirin

Gulan Media August 17, 2014 Nûçe
Pêşmergeyên Kurdistanê nehya Tilsiqûf azad kirin
Vê sibê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li eniyên şer ên Tisiqûf, Naweran û bendava Mûsilê êrîş birin ser pêgehên DAİŞ’ê û derbeyên dijwar li çekdarên wê grûbê dan û hinek navçe rizgar kirin.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Vê sibê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê nehya Tilsiqûf û hejmarek gundên nêzîkê Tilkêf û beşê rojhilatê bendava Mûsilê rizgar kirin û her ber bi pêşde diçin.’‘

Heman çavkaniyê da zanîn ku di van êrîşan de zêdeyî 20 çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştin, 6 Hummerên wan hatine şewitandin û herwiha dest danîne ser gelek çek û teqemeniyên çekdarên DAİŞ’ê.

Çavkaniya Pêşmergeyên Kurdistanê da zanîn ku Pêşmerge her ber bi pêş de diçin û di nêzîk de wê navçeyê ji çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) paqij bikin.

Basnews
Top