• Sunday, 15 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 milyon dolar dide êzîdî û mesîhiyên aware

Gulan Media August 16, 2014 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 milyon dolar dide êzîdî û mesîhiyên aware
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar daye, 12 milyon dolar wek alîkarî bidin malbatên êzîdî û mesîhî yên ji ber DAIŞê ji mal û warê xwe koçber bûne.

Parêzgarê Dihokê Ferhat Etroşî ji Rûdawê re got, 12 milyon dolar alîkarî ji êzîdî û mesîhiyên ku ji ber DAIŞê koçber bûne re hatiye terxankirin.

Ferhad Etroşî da zanîn, di qonaxa yekem de dê ji Dihokê dest pê bike û her malbatek dê 300 dolaran werbigire.

Etroşî eşkere kir ku alîkariya han roja îniyê (15ê Tebaxê) bi ser 150 malbatên êzîdî û mesîhî de hatin dabeşkirin.

Parêzgarê Dihokê her wiha got, jixwe hikûmeta Iraqê jî biryar daye milyonek dinar bide her malbateke aware.

Rudaw
Top