Welatên NATO çek dane rêxistina DAIŞ’ê
Rojnameya World Tribun li ser zarê çavkaniyekê belavkiriye ku, hejmarek ji welatên xwar ên Ewropa bi çavdêriya rêxistina NATO çekên giran gihandine wê grûpê terrorist, wek amajeykê bo DAIŞ’ê.
Rojnameyê aşkere kir ku, DAIŞ çekên giran wek tank û rokêtan ji Bulgariya, Ukrayina, Romaniya û Krwatya kirîne û wek alîkariyên mirovî ew çek şandine Sûriyê. Çavkaniyê diyar kir ku, ew çek û teqemenî di sala 2013’an de ketin dest DAIŞ’ê de li Sûriyê û Yugoslavya rola sereke di şandina wan çekan de dîtibû.
Ji aliyek din ve, Encûmena Asayişa Navdewletî biryarek bi komdengiya endamên xwe pejirand ku tê de çalakiyên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) herwiha Eniya Nûsre li her du welatên Sûriyê û Iraqê, şermezar kirin û gef li grûp, welat û kesên ku alîkariyê didin wan, xwarin.
Rudaw
