Barzanî: Pêwîstiya me bi hêzên biyanî tine lê me çek divê
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel kovara almanî ya bi navê Focusê ku roja duşemê (18ê vê mehê) tê belavkirin, ragihandiye ku DAIŞ bi firotina neftê rojane 3 milyon dolaran bidest tîne.
Barzanî her wiha eşkere kiriye ku DAIŞê li Mûsilê û Tikrîtê dest daniye ser zêdetirî yek milyar dolar pereyê Iraqê.
Serokê Herêma Kurdistanê aniye ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda alîkariyên mirovî yên zêdetir ji hikûmeta Almanyayê ye. Jixwe Almanya pêdiviyên serbazî ji hêzên Pêşmerge re dişîne.
Mesûd Barzanî têkez kiriye ku pêwîst nîne hêzên biyanî werin Kurdistanê û li dijî DAIŞê şer bikin ji ber ku li Kurdistanê şervanên mêrxas û bihêz hene lê pêwîstiya Kurdistanê bi çekên nû û pêşketî heye.
Li gorî agahiyên Barzanî, DAIŞê piştî ku Mûsil girt dest danî ser çekên giran ên 5 tabûrên artêşa Iraqê.
Barzanî gotiye ku pêwîstiya hêzên Pêşmerge bi meşq û perwerdê heye her wiha herî zêde çekên antî-tank lazim in.
Rudaw
