Barzanî: Divê Kurdistan bibe goristana terorîstan
Di beşeke peyama Barzanî de wiha tê gotin: ‘’Peyama min bi helkefta 68’emîn salvegera damezrandina PDK’ê di vê dema hestyar de ji bo hemû endam û alîgirên PDK’ê ew e ku divê dîroka tejî serwerî ya Partiyê biparêzin. Îro Kurdistan ketiye ber şepola wehştirîn terorîstên xwînmij, divê hun xwe amade bikin bo cîbicîhkirina Kurdistan an neman. Xwe amade bikin û mil bi milê Pêşmergeyên qehreman û hemû hêzên Kurdistanî plana dijminê xwe jinav bibin.’‘
Barzanî di peyama xwe de wiha qala komkujiya Kurdên Êzdî dike: ‘’Behsa komkujiya xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzdî tê kirin, evna komkujiya Kurdan e, Enfaleke din e, kîmyabaraneke din e, bê çawa Enfalciyan û yên ku xelkê Kurdistanê kîmyabaran kirin gehiştin cezayê xwe, ev tawanbar jî dê cezayê xwe wergirin. Divê Kurdistan bibe goristana terorîst û hemû dilnexwazên gelê me.’‘
Basnews
