Wezîrê Derve yê Almanya: Hemû cîhan bi serbilindî li karê Pêşmerge dinêre
Îro, 16ê tebaxê, Wezîrê Derve yê Almanya, Frank-Walter Steinmeier ligel şandekê gihişte Hewlêrê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ve li Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî hat pêşwazî kirin.
Steinmeier û şanda ligel xwe bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civînek pêk anî û behsa pêşhatên dawî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û pitî bidawî hatina civînê konfransek rojnamevanî lidar xistin.
Di konfransê rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku, pirensîpên Herêma Kurdistanê di demokrasî, azadî û pêkvejiyanê de kirin ku civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û diyar kir ku “Em soz didin wan ku heta dilopa dawî ji xwîna me emê wan pirensîpan biparêzin.”
Herwiha Barzanî balkişande ser şerê Hêzên Pêşmerge li dijî çekdarên DAIŞê û tekez kir ku “Em dê ligel hevlabendên xwe bi serbilindî ji vê cengê derkevin.”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku, ev serdana wezîrê derve yê Almanya nîşana wê yekê ye ku dostên me di demên teng de bi hawara me vê tên û piştgiriya me dikin, û wiha berdewam kir: “Roj bi roj piştgiriys derve bo Herêma Kurdisatnê berferehtir û zêdetir dibe, bo vê mebestê jî em spasiya hemû dostên xwe dikin ku alîkariya me kirine.”
Ji aliyê xwe, Wezîrê Derve yê Almaniya, Frank-Walter Steinmeier ragihand wateya vê serdana wan ewe ku, welatê wî Herêma Kurdistanê bi tenê di vê rewşê de nahêle û got: “Heta sînorên siyasî yên dawî ji alîkariyê, emê piştgiriya bidin Herêma Kurdistanê.”
Steinmeier spasiya hikûmeta Herêma Kurdisatnê kir li ser pêşwazîkirina koçber û debiderên êzdî û mesîhî û got: “Kesê ku ligel min serdana derbideran kiribe dê bizane ew di çi rewşê de dijîn, wan dev ji mal û milkên xwe berdane û ji ber mirin û êrîşên DAIŞê reviyane.”
Derbarê qasê alîkariyan jî ku dê Almaniya ji Herêma Kurdistanê re bişîne, Steinmeier diyar kir ku berî niha wan 4 miyoln û 500 hezar euro xerç kiribû “Lê hefteya borî min ji Serok Barzanî re ragihand ku me 20 milyon euro yê din bo vê mebestê terxan kiriye.”
Steinmeier balkişande li ser wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê “Behs kir ku çekên di dets Hêzên Pêşmege de sivikin û nepêşkeftî ne. lewma emê vê pirsê gotbêj bikin û em dê wan cureyan pêwîst ji çekan diyar bikin da em bikarin peyda bikin.”
Wezîrê Derve yê Almanya spasiya rola Hêzên Pêşmerge kir di şerê li dijî DAIŞê de û got: “Hemû cîhan bi serbilindî li karê Pêşmerge dinêre û wî karî bibilind dinirxîne.”
Rudaw
