• Sunday, 15 February 2026
logo

Roja birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê diyar bû

Gulan Media August 16, 2014 Nûçe
Roja birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê diyar bû
Komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê ragihand, ku dê roja 23ê tebaxê Kernavala Serxwebûna Kurdistanê birêve bibin.

Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê komîteya amadekar a Kernavala Serxwebûna Kurdistanê hatiye belav kirin hatiye, ku bo gihandina gelê Kurd bi serxwebûnê û avakirina dewletk Kurdî, dê roja 23.08.2014 Kernavala Serxwebûna Kurdistanê li bajar û bajarokên Kurdostan û li çend welatên ewropî birêve biçe.


Herwiha komîteyê daxwaz ji, hevbîrên serxwebûna Kurdistanê kir, ku alîkariya wan bikin bo arastekirina vê peyamê bo Neteweyên Yekbûyî û “Bidestxistina serxwebûna Kurdistanê.


Komîteya amadekar daxwaz ji xelkê kir, ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî Kernavala Serxwebûna Kurdistanê bibin.


Derbarê dema birêveçûna Kernavala Serxwebûna Kurdistanê, li Başûrê Kurdistan komîteya amadekar ragihand, ku demjimêr 17:00 bi dema Hewlêrê ji roja 23ê tebaxê dê karneval bi meşekê li pêş baregeha Netewyên Yekbûyî li Hewlêrê dest pê bike.

Rudaw
Top