• Sunday, 15 February 2026
logo

Balafirên Amerîka li bendava Mûsilê bi tundî DAIŞ dan ber bombeyan

Gulan Media August 15, 2014 Nûçe
Balafirên Amerîka li bendava Mûsilê bi tundî DAIŞ dan ber bombeyan
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji eniyên şer li deverên derdora Mûsilê bidest xistine, îşev balafirên şer ên Amerîkayê li bendava Mûsilê êrişeke berfireh li dijî çeper û çekdaêrn DAIŞê li dar xistin.

Li gorî agahî û çavdêriyên peyamnêrên Rûdawê, êrişa asimanî ya îşev a balafirên Amerîkayê li dijî DAIŞê mezintirîn êriş bûye ku Amerîka heta niha bi mebesta piştevanî li hêzên Pêşmerge û parastina Kurdistanê û vegirtina wan deverên ku ketine bin destê DAIŞê li dijî wê koma radîkal kiriye.

Çekdarên DAIŞê roja 3ê Tebaxa îsal dest bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê kirin paşê êrişî devera Mexmûrê kirin û xwestin ber bi Hewlêrê ve herin. Her wiha çekdarên DAIŞê êrişî devera Celewla ya parêzgeha Diyaleyê kirin.

Êrişên DAIŞê rastî bersivadayîna hêzên Pêşmerger hat her wiha bûn sedema wê ku Amerîka û welatên rojavayî bi awayekî bihêz piştevaniya Kurdistanê û Pêşmerge bikin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew êrişên Amerîka ne tenê dê bidomin lê gurrtir û berfirehtir jî bibin.

rudaw
Top