• Sunday, 15 February 2026
logo

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo raya giştî ya Kurdistanê

Gulan Media August 15, 2014 Nûçe
Peyamek ji Serok Barzanî ji bo raya giştî ya Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê

Li beranber êrîşa dirindaneya terorîstan da Kurdistan azayane bergiriyê li xwe dike û civaka navdewletî û welatên dost jî piştgîriya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihandiye û pişt bi xwedayê mezin û îradeya we û hêza Pêşmerge terorîst tûşî şikestê dibin û tola şehîdan û koçberan û karesata Şengalê hildidin. Cihê xwe ye destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikim ku rê ji bo rizgarkirina xuşk û birayên Êzîdiyan li çiyayê Şengalê vekirin û hejmarekî zêde ji wan azîzan rizgar kiriye. Her wiha bi pêwîstî dizanim gelek spasiya Amerîka û welatên dostê gelê me bikim ku gelek yarmetiyê ji bo rizgarkirina wan dan.

Piştî rûdawên Şengalê û ew karesata li ser xuşk û birayên me yên Êzîdî da hat, ew berpirsên emnî û serbazî û hizbiyên erkê parastina devera Şengalê stuyê wan bû ji ser karên xwe hatine dûrxistin û lîjneyekî lêkolînî jî ji bo derxistina rastiyan pêkhatiye û lîjne biryar li ser sizadana wan berpirsan dide ku li parastina xelk û Pêşmerge de, kêmterxem bûne.

Ewê li Şengalê rûda tenê li ser xuşk û birayên me yên Êzîdiyan da nehatiye belku êşeke me hemûyan azar dide. Ew berpirsên diviya canê xwe feda kiriban û Şengalê bi cîh nehêlin, her wekî sozê bi min dabûn, diviya li gel wan Pêşmergeyên qehreman ku şêrane mane û bergiriyê kirine, biman. Pişt bi xwedayê mezin nahêlîn dijmin bigihin meremên xwe.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
14.08.2014
Top