• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Pêşmerge û Gerîlla ji bo yek armancê şer dikin’

Gulan Media August 14, 2014 Nûçe
‘Pêşmerge û Gerîlla ji bo yek armancê şer dikin’
Fermandeyê Gerîlla yê ku doh li eniya şer a Mexmûrê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ji BasNewsê re axifî û got: ‘’Pêşmerge û Gerîlla ji bo yek armancê şer dikin û di yek eniyê de ne.’‘

Fermandeyê Gerîlla yê ku doh li eniya şer a Mexmûrê Tekoşer Zagros diyar kir ku serdana doh ya Barzanî ne taybet bi gerîllayên PKK’ê û got, heta niha wan tenê teqemenî û çekên sivik ji Pêşmergeyan wergirtine.

Zagros ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Hatina Barzanî ne tenê bo serdana PKK’ê bû, Barzanî serdana hemû Hêzên Pêşmerge yên li eniyên şer kir, di nav wan de jî serdana Gerîllayan kir û em kêfxweş bûn.’‘

Tekoşer Zagros, da zanîn ku Barzanî sipasiya gerîllayan kiriye ku mil bi milê Pêşmergeyan di eniyên şer de şerê DAİŞ’ê dikin. Zagros wiha axifî: ‘’Me ligel Barzanî qala wê yekê kir ku di plandanîna lêdana DAİŞ’ê de hevkarî û hevahengî di navbera Gerîlla û Pêşmergeyan de hebe.’‘

Li ser wêya ka gelo heta niha çek ji Hêzên Pêşmerge wergirtine yan na, Zagros got: ‘’Heta niha pêdiviya me bi çekên giran nebûye û tu çekên giran nedane me, tenê çekên sivik û teqemenî me ji Pêşmergeyan wergirtine.’‘ Herwiha tekez kir ku Pêşmerge û Gerîlla ji bo yek armancê şer dikin û di yek eniyê de ne.

Derheqa mana PKK’ê li Mexmûrê jî, Zagros got: ‘’Em di nav Kurdistanê de ne, em li Celewla, Kerkûk, Şingal û Efrînê ne, herdem em amade ne bo parastina ax û sînorê Kurdistanê, Mexmûr jî mala me ye, kê bicîh bûne û me şehîd ji bo wê dane.’‘

Basnews
Top