• Sunday, 15 February 2026
logo

‘PYD koçberên Êzdî neçar dike tevlî YPG’ê bibin’

Gulan Media August 14, 2014 Nûçe
‘PYD koçberên Êzdî neçar dike tevlî YPG’ê bibin’
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) koçberên kurd ên êzdî yên ku ji ber êrîşê rêxistina DAIŞ’ê ji devera Şinaglê reviyane û niha li Rojavayê Kurdistanê bi cih bûne, neçar dike ku tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin.

Çend çavkaniyeke agehdar ji Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehandin ku, PYD rêgirî li partiyên siyasî yên Kurd, bi taybetî endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), dike ku alîkariyê pêşkêşî koçberên Şingalê bikin, bi hênceta ku wan partiyan mohlet ji kantonên PYD û hevalebndên wê wernegirtine.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku, şervan û rêxistinên PYD alîkariya koçberên Şingalê dikin, ew xwarin û vexwarinê li ser wan parve dikin û wan bi otomobîlan bo kampa Newroz vediguhezin, a ku li nêzîk bajarê Dêrikê hatiye avakirin, herwiha hewl didin ku rêgirî li wan xortan bikin da venegerin Başûrê Kurdistanê û bandorek zêdetir li wan bikin û soza wan bi aliyê xwe de vekêşin.

Yek ji wan xortên xelkê Şingalê ku nû derbasî Başûrê Kurdistanê bibû, li Zaxo ji BasNewsê re got: “Şervan û endamên PYD û YPG di pêşwaziya me de bûn, wan alîkariya me kir, birinc, savar, rûn şekir û hinek corên din ji xwarinê pêşkêşî me kirin, danûstandin ligel me dikirin wek ku emê demek dirêj li wê derê bimînin, tevî ku me gotibû emê bi zûtirîn dem vegerin Başûrê Kurdistanê, li kampê jî gelek kêfxweş bûn bi alîkariya me lê ti aliyek û kesekî din ji bilî endam û alîgirên wan nedihatin nav kampê, piştre me zanî ku ew rêgiriyê li partî û aliyên din ên Rojavayê Kurdistanê dikin, ku alîkariya penaxwazan dikin, ji ber ku wan dixwestin hemû alîkariyek bi rêya wan hatiba parve kirin.”

Ew xort gotinên xwe berdewam dike û dibêje: “Piştî çend demjimêran ji me re ragihandin ku, pêwîste hûn zarokên xwe carek din neşînin Başûrê Kurdistanê, ji ber ku dê li wê de sivkatiyê bi wan bikin û ji wan re bibêjim çima we bergirî li Şingalê nekir, pêwîste wê yekê jî bizanin ku Pêşmerge xiyanet li we kiriye û hun bi tenê hiştin, ew ji we hez nakin, wan we firoşt, çendîn propegendeyên bi wî awayî li dijî Başûrê Kurdistan û Pêşmerge belav dikirin.”

“Wan dixwest guvaşê bixin ser xortên êzdî, da ku tevlî rêzên YPG bibin, dixwestin bi zorê wan çekdar bikin, bi hênceta bergirî kirin li Şingalê, hewl jî didan ku hêzekê ji xortên Rojavayê Kurdistanê û xortên êzdî pêk bînin, bi navê ku xelkê Şingalê bergiriyê li xwe dikin, navê wê hêzê jî dê Yekîneyên Parastina Şingalê be, ew jî da karibin cihekî xwe li Şingalê çê bikin û rewatiyê bidin mayîna xwe li wê derê.”

Medyaya ser bi PKK ve belav kirine ku, YPG bi serpirştiya Kawa Şingalî hêzek bi navê Yekîneyên Parastina Şingalê pêk anîne, hejmara şervanên wê jî nêzîk 70 kesî ye û dixwazin li Şingalê şer bikin. PYD baskê siyasî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê ye û du baskên wê yên leşkerî hebe bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ).

Rudaw
Top