Serokê Fransa li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî re kir
Li vê peywendiyê de Serok Komarê Fransa li parastina pêkhatên Kurdistanê û serpereştîkirina cenga dijî terorîstan de destxweşiyê li Serok Barzanî kir û wê yekê dûpat kir ku ewê ji destê Fransa bê ji bo serkeftina Serok Barzanî û gelê Kurdistanê ya li şerê terorîstan da kêmasî nake û welatê wan bi kirdarî şandina piştevaniya serbazî ji bo Herêma Kurdistanê destpêkiriye.
Li beranber da Serok Barzanî ji bo vê helwesta ku ji bo piştgîrîkirina gelê Kurdistanê de nîşan dane spasiya Serok û Hikûmet û gelê Fransayê kir û destxweşiyê li Fransa kir ku li nav welatên Ewrûpayî da ji bo alîkariya serbazî û mirovî ya gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorê da rolekî pêşrewane hebûye û ragihand ku hêvîdarîn welatên dinê cîhanê yên azadîxwaz û demokratxwaz li piştevanîkirina Kurdistanê de heman helwesta kirdarî ya Fransa li ber bigrin.
