• Sunday, 15 February 2026
logo

Berîtaniya dê çend balafirên Chinook bişîne Kurdistanê

Gulan Media August 13, 2014 Nûçe
Berîtaniya dê çend balafirên Chinook bişîne Kurdistanê
Brîtanya ragihand ku ew û çend welatên din dê alîkariyên leşkerî ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê re bişînin ji bo rûbirûbûna çekdarên DAÎŞê.

Ofîsa Serokwezîrê Brîtanya David Cameron di daxuyaniyekê de ragihand ku ewê çend helîkopterên ji curê Chinook bişîne Başûrê Kurdistanê, herwiha Brîtanya biryar daye ku alîkariyên xwe yên mirovî ji bo koçberên li Başûrê Kurdistanê zêdetir bike.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Brîtanya ligel çend welatên din lihevkiriye daku çekdan bighînin destê pêşmerge, lê navê wan welatan nehatiye aşkerekirin.

Herwiha, berdevkekî serokwezîriya Brîtanya got ku wan ligel Amerîka, serkirdatiya Kurd û çend welatên din pilanek danîne ji bo rizgarkirina koçberên Kurdên Êzdî yên ku ev 11 rojin li ser çiyayê Şingalê asê mane.

Rudaw
Top